• Friday, 26 April 2024
logo

Îranê Google, YouTube û e-posta qedexe kir

Gulan Media February 15, 2012 Corane
Îranê Google, YouTube û e-posta qedexe kir
Li Îranê Google, YouTube, Gmail û Hotmail hatin qedexekirin. Ev yek ji aliyê Google ve jî hat piştrastkirin.

Piştî di dema Bihara Erebî de li Misir, Lîbya û Sûriyê bi sînorkirin û qedexekirina li ser înternetê berdewam car caran çêdibû, niha li Îranê jî heman tişt tên dûbarekirin. Li welêt ligel gera şîfreyên Google, servîsên e-posta yên wekî Gmail, Yahoo mal û hotmail ê, piraniya rûpelên webê yên SSL hatin qedexekirin.

Tê gotin ku ji ber sedema salvegera serhildana sala 1979’an a li dijî rejîma Şah ev qedexe derketiye. Ev qedexekirin ji aliyê Google ve jî hat piştrastkirin.

Rudaw
Top