• Tuesday, 23 April 2024
logo

Derman ji nexweşiya felca mejî re hate dîtin

Gulan Media December 1, 2011 Corane
Derman ji nexweşiya felca mejî re hate dîtin
Komek pizîşk û lêkolînvanên amerîkî yên zanîngeha Harford, ezmûneke neştergeriyê bi serkeftî temam kirin û tê hêvîkirin ku derman bo çareseriya nexweşiya felca mejî (Autism) bê afirandin.

Di ezmûnê de, şaneyên mirî yên di mejî de ku dibin sedema çêbûna nexweşiyê ne bi hin şaneyên din tên hevguhertin. Di vê derbarê de lêkoler Javry Maclest ku serpereştiya vê ezmûnê dikir diyar kir ku niha karê damaran di nav wan şaneyan de tê şopandin û heta em bizanibin ew şane ta kûderê dikarin di nava mejî de bi karê xwe rabin.
Maclest got ku tevî ew şane nekarîne bi karê şaneyên demarî rabin, lê wan karîne bi sînyalan bidin mejî û jê bibe.
Tê payîn ku zanyar û lêkoler di gava xwe ya duyemîn de li sera çareseriya nexweşiyên sîstema demaran lêkolîn bikin. Ew jî dê bibe destpêkek ji bo dabînkirina derman û çareseriya bo nexweşiyên heta niha nehatine çareserkirin.

Rudaw
Top