• Friday, 26 April 2024
logo

39 jin û 94 zarokên Ziona Chana hene û di salê de bi 10 jinan re dizewice

Gulan Media November 28, 2011 Corane
39 jin û 94 zarokên Ziona Chana hene û di salê de bi 10 jinan re dizewice
Kesê bi navê Ziona Chana ku ji welatê Hindîstanê ye, serokê malbateke 181 kesane. We di salê de bi 10 jinan re dizewice. Heta niha 39 jin, 94 zarok û 33'ê neviyên wî hene.



Li gorî di Milliyetê de hatî belavkirin, Ziona Chana serokê vê malbata pirjmar, di avahiyeke 4 qat ku ji 10 odan pêk tê dijî û ew kesekî wihaye ku ji pirjinî hez dike û rêberê tarîqatekê ye.

Ziona Chana der barê jiyana xwe ya pirjînî de wiha dibêjê "Ez wiha hîs dikim ku ji aliyê xudê ve hatime hilbijartin. Pêdivîbûna xwedî lêderketina li hebûna van pir însana û li wan mêze bikim, qet tengaviyê nade, serbilindahiyê dide min. 39 hevjînên min hene, malbata herî mezin li cîhanê li cem mine. Bê guman, ji bo pirsgirêk di navbera me de nederkevin holê, min jiyana wan kiriye nava sîstemekê.

Karekî pirî baş yê parvekirî di nava me de heye. Wiha kesek bi kesekî re pevçûnê nake." Pergala (Sîstem) Chana ji aliyê hevjîna wî ya temen mezin ve tê birêvebirin. Lê, wekî din jî karên weku; paqijî, çêkirina xwarinê, derketina nava bazarê bo kirîna tiştan, hevjîna wî ya temen mezin Zathiangi di nava jinêkên din de belav kiriye.

Hevjîna Ziona Chana ya temen mezin dibêjê "Di xwarinekê de 60 kîlo petate, 97 kîlo birinc û 30 mirîşk têne çêkirin. Ji bo amadekirine xwarinê ji her danekî re, rêvebirineke baş divê." Bê guman, sîstemeke serokê malbatê Chana ya raketina li cem hevjînên xwe heye.

Chana, hevjînên xwe ên ciwan (Temen biçûk) li odayên nêzîkî oda xwe bi cihkirine, ên temen mezin jî li qatên binî ne. Chana hildibjêre ka wê bi şevê li cem kê bimîne. Her wiha ji bo ferhikirina malbatê planên zewacê jî hene. Hevjînên Chana didin diyar kirin ku malbata wan di nava xwe de pir baş ji hev fêm dikin.

Ew dibêjin ku, Chana ne tenê ji bo mala wan, ew ji bo hemû gundî kesekî girînge. Heta dibêjin weku wî xweşik jî nînin. Dibêjin ku, ew li me mêzde dike, bo ku ew rehet be tişta ji destê me tê em dikin. Em kêmaniyê di warê rêzgirtinê de ji hev re nakin. Chana dibêjê ku, ew di salê de bi 10 jinan re dizewice û bo hilbijartina jinekê amadeye heta Emerîka biçe.

Avestakurd
Top