• Thursday, 25 April 2024
logo

Bi sedhezaran malper li Turkiyê têne sansurkirin

Gulan Media November 21, 2011 Corane
Bi sedhezaran malper li Turkiyê têne sansurkirin
Sibê di înternetê de bê biryara maf û azadiyê ya dadgehê bi awayeke keyfî malper têne sansurkirin. Ligel vê pêkanînên wê jimara malperên qedexe bigihêje sedhezaran. Ji bo BTK vê pêkanîna fîltreyê betal bike, Komeleya Înformatîk a Alternatîf li Şûraya Dewletê doz vekir.

Saziya Teknolojiyên Zanîstî û Ragihandinê (BTK) ji sibe û pêve di bin navê “înterneta bi ewle” de dest bi sansurkirina malperên înternetê dike. Ji sibe û pêve wê BTK bi keyf û dilê xwe malperan sansur bike. Li Tirkiyeyê jimara malperên heta niha hatine qedexekirin ji 6 hezarî derbas bûne, piştî pêkanîna sansura di bin navê “înterneta bi ewle” tê diyarkirin ku wê bi sedhezaran malper bêne sansurkirin.

ANF
Top