• Sunday, 05 May 2024
logo

100 Xwêndekarên herêma Kurdistanê ji ber nezanîna zimanê ingilîzî ji Birîtanyayê hatin vegerandin

100 Xwêndekarên herêma Kurdistanê ji ber nezanîna zimanê ingilîzî ji Birîtanyayê hatin vegerandin
Remezan Şeban Rêveberê giştî yê Kambirêc zanîngeha (Cambiridge Esol) li herêmê duhî bi war ragehand ku di sala borî da zêdetir ji 100 xwandkarên kurd, ji ber nezanîna zimanê inglîzî, ji Birîtaniyayê hatîne vegerandin.

nûnerê deh zançngehên Birîtaniyayê û dûyên emrîkayê li Kurdistanê 23/5/2011 li hola xanî li serokatiya zankoya Duhok digel wan qutabyên kun dê xwandina xuya bilind (master, diktorayê) li derve xwînin, rûniştineka vekirî saz kir.

Dr. Kemal Qadir di rêye nûnerê 12 zanîngehên Birîtanyayê û Emrîkayê ye li herêmê got: Ji 21/4/2011 hikûmeta Birîtaniyayê biryar da ku ew kesên diçine vî welatî, divêt yek ji taqîkirinên zimanê inglîzî hebît, ji ber vê çendê jî salane pitir ji heşt milyon kesan li seranserî cîhanê pêşkêşî taqîkirina şiyanên zimanî li zanîngeha Kambirêc diken.

Navhatî diyar kir, di sala borî da, pitir ji 600 qutabiyên Kurdistanê çûbûne Birîtaniyayê û 350 bi rêka wan bûn û got jî: 100 Ji wan zivrîne ve Kurdistanê, çunkî zimanê inglîzî nedizanî.

rojnamawar
Top