• Friday, 26 April 2024
logo

18 Salin li vî gundî cigare kêşan qedexeye

18 Salin li vî gundî cigare kêşan qedexeye
Gundê Paryawle yê ser bi îdara germiyan ve bi biryareka civata gund berî 18 salan şênyên gundî dest ji kêşana cigaran berdan.

Ev gunde ji 40 malan pêk tê ku 5 km ji nahiya Bawenûr a Germiyan dûr e û dikeve ser kolana serekî ya Silêmanî – Kelar, dikandarên gund cigaran naviroşin û xwelîdank jî li malên gûnd tunene eve dibe sedem ku mêvanên gund yên cigarkêş li gund rihet nemînin.

Bi baweriya Mehabad Celal ji Rêveberiya Jîngeha Silêmaniyê: "Pêwîst e hikûmet di wê rojê de rêzê li xelkê wî gundî bigire û wan xelat bike."

Rudaw
Top