• Friday, 26 April 2024
logo

Dirust kirina mezintirîn Peykerê Mesîhê Pêxember li Polenda

Gulan Media November 9, 2010 Corane
Dirust kirina mezintirîn Peykerê Mesîhê Pêxember li Polenda
Mezintirîn peykerê ku li seranserî cîhanê bo Mesîhê Pêxember hatî dirust kirin li Polenda bi bilindahiya 58 mitirin hat çêkirin.

Li gor tora BBC tenê beşê serî yê vî peykerî 25 tune û destên wî bi dirêjahiya 24 mitiran ji hev vebûne.

Ev deh salin kar di vî peykerî de tê kirin, û li derveyî bajarekê biçûk bi navê Jobodzîn li rojavayê Polenda hatiye danan, hejmara danîşvanên wî bajarokî 22 hezar kesin.

Cihê amaje pêdanê ye ku piraniya xelkê Polenda nerazîbûna xwe bo dirust kirina vî peykerî derbirî bû û li ser wê baweriyê bûn ku giring bû ew pere li tiştekê din yê bi mifa xercbikirana.
Top