Keçên Kurd bûn pehlewanên Lubnanê
Di vê turnuvayê de ku çendîn welatên cîhanê tê de beşdar bûn û dema reva wê 10 km bûn, herdû keçên yarîzan Dalya Ehmed Mihemed û Koçer Yasîn Elî karîn pileyên dûyem û sêyem ên turnuvayê bidestve bînin û ala Kurdistanê di vê helkefta cîhanî de bilind bikin.
Herwiha herdû yarîzanên kur ên vê yaneyê, Neşwan Mihemed Yawer û Rewend Ehmed Mihemed jî karîn di heman corê werzişa bazdanê de pileyên 5 û 6 bidestve bînin. rûdaw