• Thursday, 23 May 2024
logo

Nunerên Serok Barzanî Û Nêçîrvan Barzanî Çûne Serdana PDK Ya Silimanî

Gulan Media October 11, 2012 Nûçe
Nunerên Serok Barzanî Û Nêçîrvan Barzanî Çûne Serdana PDK Ya Silimanî
Duh Sîdad Barzanî bi Nuneratiya Serok Barzanî û Dilovan Barzanî bi Nuneratiya Nêçîrvan Barzanî serî li civata Serokatiya partiya demokrata Kurdistanê ya li Silimaniyeyê da û ji aliyê endamê civata han Feredûn Ciwanroyî ve hatin pêşwazîkirin.

Di civîneke vekirî de rewşa Deverê û guhertinên heyî hate kirin û piştî vê civîna han de her du Nunerên Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî beşdariya merasima perseya birayê Wezîrê awedankirinê yê Hikûmeta Kurdistanê xwedê jê razî Hecî Feredûn Ehemd kirin û perse û serxweşiyên Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî pêşkêşî kesûkarên xwedê jê razî kirin.
Top