• Sunday, 16 June 2024
logo

Şandeya Bilind a Herêma Kurdistanê beşdarî şîna Serokkomarê Îranê bû

Şandeya Bilind a Herêma Kurdistanê beşdarî şîna Serokkomarê Îranê bû

Şandeya Bilind a Herêma Kurdistanê li Tehranê beşdarî şîna Serokkomar û Wezîrê Karên Derve yên Îranê bû.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku şandeyeke bilind a Herêma Kurdistanê beşdarî merasima sersaxiyê ya Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan bûye.

Şanda Herêma Kurdistanê ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyid Qadir, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed pêk tê. 

Li gorî daxuyaniyê, şandeya bilind a Herêma Kurdistanê, sersaxî û hevxemiya xwe û ya Herêma Kurdistanê gihandiye serkirdayetî, hikûmet û gelê Komara Îslamî ya Îranê.

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev 19ê vê mehê li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Ji ber şer û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin.

Enqaza helîkopterê piştî ketina wê 15 saetan bi dronan hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku kes ji qezayê bi saxîtî nefiliye.

Kî û kî mirine?

Piştre hat ragihandin ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest daye.

Li hêla din 2 rayedarên leşkerî yên pilebilind ên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de mirine.

Rêberê Îslamî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî îro li Zanîngeha Tehranê nimêja veşartina miriyên helîkopterê xwend.

Berpirsên gelek welatên cihanî beşdarî merasîma şîna Îbrahîm Reîsî û Husên Emîr Abdulahiyan bûn.

 

Rudaw

Top