Ehmed: Hebûna kiçan di klubên spore de diyardeyeke pêşkeftî ye
Cîgirê serokê hikûmetê destxweşî li wan kiçên werzişvan kir ku, di kluba Sîrwan a basketbolê de dilîzin û destkeftiyên baş heta nuha bidest xistine, kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyeke taybet bi kiçên werzişvan dide ku, ew jî rola xwe di ware werzişê de bibînin.
Îmad got ku, hikûmeta Kurdistanê hertim piştevan û hevakrê warê sporê dibe û bi rêya wezareta rewşenbîrî û sporê û bi rêya saziyên peywendîdar girinigeye taybet bi werzişê dide û dê berdewam jî be.
Îmad Ehmed kêfxweşiya xwe nîşan de ku, kluba Sîrwan a basketbolê a kiçan li ser astê Îraqê serkeftinên ber bi çav bidest xistine.
Cîgirê serokê hikûmetê hebûna kiçan û jinan di klubên spore de bi diyardeyeke pêşkeftî wesif kir.