Parlementoya Kurdistanê Hewl Bo Parastina Berhemên Xwemalî Dide
Di destpêka vê rûnîştina han de Serokê Parlementoya Kurdistanê bernameya civîna evro eşkere kir û ragihand ku, vê evro li ser dû mêjaran giftûgo were kirin û herwiha proje qanûna parastina berhemên xwemalî jî were nîqaşkirin.
Di destpêka vê civîna han de proje qanûna parastina berhemên xwemalî hate nîqaşkirin lê jiber temam nekirina projeya han ji aliyê civata Wezîran ve ev projeya han ji civata Wezîran re hate şandin.
Di berdewamiya civîna evroyê de proje qanûna 9an ya civata Wezîran û proje qanûna parastina mafên zarokan jî hatin nîqaşkirin.
Di dawiya civîna evroyê de meseleya dev ji kar berdana Parlementerê Kurd Îsmaîl Seîd Muhemed jî jiber kêşeyên tendirostî hate pejrandin.