• Friday, 24 May 2024
logo

Li Iraqê di 5 rojan de 23 kes hatin darvekirin

Gulan Media October 9, 2012 Nûçe
Li Iraqê di 5 rojan de 23 kes hatin darvekirin
Wezareta Dadê ya Iraqê eşkere kir ku li Iraqê 6 kesên din hatine darvekirin. Bi vî awayî di nava 5 rojan de 23 kes li Iraqê bi sûcên cûda hatine darvekirin.

Wezareta Dadê ya Iraqê da zanîn ku piştî cezayê dardakirinê yê 6 kesan ji aliyê serokomariyê ve hatiye pejirandin, ev kes hatine darvekirin. Hat diyarkirin ku ji vana 4 kes ji ber sûcên ‘terorê’ û 2 kesên din jî ji ber ‘destdirêjiya seksî, revandina zarokan û kuştina mirovan’ hatine tawanbarkirin. Ev 6 mehkûm duh (08.10.2012) hatine darvekirin. Wezareta dadê jî di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew 6 kes li gor maddeya 1/4 a yasaya Iraqê hatine darvekirin.

Deshilatdarên Iraqê îsal du pêngavên din ên cîbicîkirina cezayê darvekirinê yê bi kom dabûn dest pê kirin. Di meha çile de 17 û meha sibatê jî 14 kes hatin darvekirin. Di 7’ê cotmehê de jî 11 kes ji aliyê Iraqê ve hatin darvekirin Li gor statîstîkên fermî hêjmara kesên ji despêka sala 2012an heta niha li Iraqê hatine darvekirin, gihiştiye 102 kesî. Li gor sala borî hêjmara darvekirina li Iraqê zêde bûye. Li gor statîstîka wezareta dadê ya Iraqê sala borî tenê 68 kes hatine darvekirin.

Komîsyona bilind a mafê mirov ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) despêka sala 2012an daxwaz ji Iraqê kir ku cîbicîkirina biryara darvekirinê rawestîne. Roja pêncşema borî jî li Iraqê pêngava sêyemîn a darvekirina bi kom dest pê kir, rêxistina efûya navneteweyî daxwaz ji Iraqê kir ku cezayê darvekirinê rawestîne.

Darvekirina li Iraqê di demekê de ye ku li Herêma Kurdistanê cezayê darvekirinê hatiye hilawistin û kar pê nayê kirin.

Rudaw
Top