• Friday, 24 May 2024
logo

Kesûkarên Wendayiyan Li Berdem Parlementoyê Xwepîşandan Kirin

Gulan Media October 9, 2012 Nûçe
Kesûkarên Wendayiyan Li Berdem Parlementoyê Xwepîşandan Kirin
Duh li berdem Parlementoya Kurdistanê ya li Hewlêrê kesûkarên wendayiyên serdema şerê navxwe ya Kurdistanê dest bi xwepîşandaneke aram kirin.

Piştî bi dawî hatina vê xwepîşandana han Serokê Parlementoya Kurdistanê pêşwaziya Nunerên kesûkarên wendayiyan kir.

Di hevdîtinekî de Nunerên kesûkarên wendayiyên şerê navxwe daxwaz ji Parlementoya Kurdistanê kirin ku, weke Nunerê xelkê Kurdistanê desthilatên xwe bikar bîne û tevî aliyên peyvendîdar çarenûsa wendayiyên şerê navxwe eşkere bikin.

Di dawiya hevdîtinê de Serokê Parlementoyê jî soz da ku, bo xwe weke Serokê Parlementoyê bi awayekî rasterast bi vê meseleyê re elaqedar bibe.
Top