• Friday, 24 May 2024
logo

“Dengên me ji sedî 10 zêdetir bû e“

Gulan Media October 8, 2012 Nûçe
“Dengên me ji sedî 10 zêdetir bû e“
Hevserokê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş ragihand ku li hemberî hemû zext û operasyonên girtinê ew xurtir bûne û dengê wan 'ji sedî 10 zêdetir' bûye.

Li gor Demîrtaş ji ANF'ê re axivî, Hevserokê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş balê dikişîne ser bi hezaran girtiyên endamên BDP'ê û dide diyarkirin ku dê Kongreya wan a li 14'ê Cotmehê pêk bê ya temamkirina cihê endamên hatine girtin û kêmaniyê ku çênbûne be. Demîrtaş got "8-9 hezar hevalên me girtî ne."

Her weha der barê kongreyê de got " Di kongreyê de gotûbêja xet û bîrdozî nayê nîqaşkirin." Demîrtaş weha berdewam kir "Ev kongreya wezîfeyên li pêşiya me, xurtkirina hêz û rêveberiya partiyê ye. Kongreya biryardariyê ye. Ligel van operasyonên qirkirina siyasî di partiya me de tu reşbînî, belavbûnek çênebû û rê li ber binketinê venekir. Kongreyeke ku dê ji bo hemû dost û dijiminan bibe bersiv. Gelê me jî li her derê vê kongreyê ji nêzîk ve dişopîne. Eleqeyek baş ji bo civînên me yên herêmî hene. Em ê bi coş û heyecanek mezin rêya xwe bidomînin."

Demîrtaş da diyarkirin ku wan 'peyama vexwendinê ji Serokdewletî Îraqa Federal Celal Telabanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şandiye û weha got " Heta niha der barê beşdarbûna kongreyê de ji Birêz Talebanî û Birêz Barzanî tu peyamek ji me re nehatiye.

Helbet eleqeya ku PDK, YNK, tevger û partiyên din ên Kurd dê nîşanî kongreya partiya me bidin, ji bo yekitiya neteweyî jî pir girîng e û ev yek di heman demê ji bo moral û motîvasyona gelê Kurd pir girîng e."

Demîrtaş di berdewamiya axivitina xwe de diyarkir ku 'dengê wan ji sedî 10 zêde' bûye û got " Bi ya me rêjeya dengên me ji sedî 10 zêdetir e. Lê hin şîrketên anketan ên AKP’ê hewl didin van rastiyan veşêrin." Lê got " Bi taybet şîrketa A&G nîşan dide ku partiya me gihiştiye ji sedî 9. Lê em dizanîn ku rastî ji vê yekê zêdetir e."

Her weha Demîrtaş da diyarkirin ku tu gumana wan ya hilbijartinê tune ye û weha got " Tu gumana me ya benda hilbijartinê tune ye. Lê dîsa jî ji bo benda hilbijartinê dabikeve, em ê her tim helwesta xwe ya rêgezî bidomînin."

Avestakurd
Top