Çandar: Tirkiyeyê Tezkereya Sûriyeyê Li Dijî Kurdên Sûriyeyê Derxist
Cengiz Çandar rexneyên dijwar li opozîsyona Tirkiyeyê ya li hemberî serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan digire û dibêje çênedibû ko Tirkiye jî wekî Îranê yan wekî Rûsyayê bibe piştgira rejîma Beşar Esed û siyaseta Erdogan maqûl dibîne.
Cengiz Çandar dibêje problema esasî ya Tirkiyeyê ew e ko pirsa kurdî ya li nêv xwe çareser nekiriye û ji ber hindê jî di siyaseta xwe ya Sûriyeyê de li hemberî kurdan helwêstê nîşan dide û dixwaze midaxeleyî herêma Kurdistana Sûriyeyê bike û dibêje:
Yanî heger hikûmeta Erdogan lêbixebite destûra ko ji Parlamentoya Tirkiyeyê wergirtiye bi kar bîne dê di esasê xwe de kurdên Sûriyeyê bike hedef. Yanî di eslê xwe de dê kurdên Tirkiyeyê bike hedef.
Li gor Cengiz Çandar ji ber ko hikûmeta Tirkiyeyê naxwaze Kurdistana Sûriyeyê jî wekî Kurdistana Iraqê ji Kurdistana Tirkiyeyê re bibe nimûneyeka baş Tirkiye dixwaze rê li ber kurdên Sûriyeyê bigire û ”tezkere” jî li hemberî kurdên Sûriyeyê derxist.
Nefel