Li Dêrsimê teqîn: 6 leşker û sivîlek hatin kuştin
Walîtiya Dêrsimê der barê teqîna li Dêrsimê rû da de daxuyanî da. Walîtiyê diyar kir ku 2 çawîşên pispor 4 leşker, sivîlek û bi tevahî 7 kesan jiyana xwe ji dest dane. Çavkaniyên herêmî jî diyar kirin ku di nava 6 leşkeran de fermandarekî mezin jî heye.
Li taxa Ataturk ya Dêrsimê saet di 18.00'an de dema maşîneya leşkeran derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqînê 6 jê leşker yek jê sivîl bi tevahî 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî teqînê gelek maşîneyên polîsan û ambulans çûn cihê bûyerê. Birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Dêrsimê. Derbarê teqînê de Walîtiyê daxuyanî da. Walîtiyê diyar kir ku 2 çawîşên pispor, 4 leşker û sivîlek û bi tevahî 7 kesan jiyana xwe ji dest dane. Çavkaniyên herêmî jî diyar kirin ku di nava 6 leşkeran de fermandarekî mezin jî heye.
Hate zanîn ku li ser rê mayîn nehatiye teqîn û maşîneya telekomê ku gerîlayên HPG'ê desteser kiribûn li tenişta rê rawestandin û piştî ku hundirê tije mayîn kir, mayîn bi komandayê ve hate teqandin û êriş pêk hat.
Rudaw