• Thursday, 23 May 2024
logo

Serok Barzanî Gehêşte Romayê

Gulan Media September 21, 2012 Nûçe
Serok Barzanî Gehêşte Romayê
Di çarçoweya serdana xwe ya ji bo Ewrûpayê Duh Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî gehêşte Paytexta Îtaliya Romayê û ji aliyê Nunerê Wezareta Derve ya Îtaliyayê ve hate pêşwazîkirin.

Di merasima pêşwazî kirinê de her yek ji Konsulusê Îraqê yê li Romayê, Konsulusê Komkara Erebî li Romayê, Konsulusê Îraqê yê li Vatîkanê û Nunerê Hikûmeta Kurdistanê yê li Îtaliyayê jî amadebûn.

Biryare ku, Sibê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî beşdariya kongreya navnetewî ya parta û aliyên demokratîk a li ser astê Cîhanê de bike û gotarek jî pêşkêş bike û rewşa Kurdistan, Îraq û Deverê rave bike.

Tê payîn ku, Serok Barzanî di çarçoweya vê serdana xwe de çendîn hevdîtin jî bi Rayedarên Îtaliyayê re pêk bîne.
Top