• Thursday, 23 May 2024
logo

Bulent Arinc: Divê MÎT hevdîtinan bi PKK`ê re bidomîne

Gulan Media September 20, 2012 Nûçe
Bulent Arinc: Divê MÎT hevdîtinan bi PKK`ê re bidomîne
Cigirê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç di weşana zindî ya kanal NTV de çalakiya Çewlikê nirxand û weha got: “Têkoşîna bi PKK`ê re bi şîdetek mezin û bi aqil tê meşandin.”

Arinç got: “Dema leşkerên me bi karwanê diçûn amûrên jammer jî ligel wan bû. Di vê navberê de PKK`eliyan, êrîşeke bi bi aqil pêk anîne û bi roketavêjan otobusa dawî hedef girtine.”

Cigirê Serokwezîrê Tirkiyê îdia kir ku PKK’ê bi hewldanên xwe yê dawî “perîşan” bûye û weha got: “PKK’ê wendahiyên mezin dane. Sala 2012’an ji bo xwe wek final dibînin. Gelê me bawer dike ku dê têkoşîna bi PKK`ê re bi serkeve.”

Arinç di mijara hevdîtinên Osloyê de ku CHP’ê ji nû ve anî rojevê jî weha got: “Ev tiştekî ne cidiye. Salek berê hevdîtinên li cihên diyarkirî hatibûn kirin ji xwe hatin aşkira kirin.Ev hemû saleke tên axaftin. CHP ji ser pêvajoya Osloyê dixwaze li AKP’ê bixe.”

Bulent Arinc teqez kir ku, serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan berê jî gotibû hikûmetê bi rêxistina PKK`ê re hevdîtin nekiriye. Lê dibe ku dewlet bi hevkariya organên cuda hevdîtinan pêk bîne.

Arinc got: “Ger hewce be dê dîsa hevdîtin bêne kirin, dibe ku niha jî didome. MÎT an jî saziyên din divê hevdîtinan bidomîne.”

Xendan
Top