• Friday, 24 May 2024
logo

Civata Wezîran Ya Hikûmeta Kurdistanê Civiya

Gulan Media September 20, 2012 Nûçe
Civata Wezîran Ya Hikûmeta Kurdistanê Civiya
bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî civata wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê civîneke din ya xwe li dar xist.

Di destpêka vê civîna han de civata wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê naveroka ev civîna ku, di navbera heyeta Kurdistanî û ya Îraqî li Bexdayê de hatibû îmzekirin nirxand û pişt re jî pejrand, ev metina han yaku, bi mebesta çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de hatibû amadekirin bi awayekî berfire behsa çawetiya çareser kirina kêşeya petrol û gazê ya di navbera her du aliyan de kiriye.

Di vê derbarê de Serokwezîrê Kurdistanê ev yek eşkere kir ku, îmze kirina ev peymana han ji aliyê civata wezîran ya Îraqê ve pêngaveke baş û erêniye bo çareser kirina kêşeyên heyê, û Hikûmeta Kurdistanê jî bi awayekî erênî li vê peymana han û ev pêngava Hikûmeta Bexdayê dimêzîne û hêvî xwest ku, ev peymana han bibe sedema gehêştin bi peymaneke baş bo çareser kirina meseleya petrol û gazê û parve kirina dahatan.

Di berdewamiya vê civîna han de destpêşxeriya Hikûmeta Kurdistanê a ji bo domandina şandina petrola Kurdistanê bo Derve re bêyî hebûna ti peymannameyekî bi girîng wesif kir û ragihand ku, ev pêngava Hikûmeta Kurdistanê niyazpakiya Hikûmeta Kurdistanê bo çareser kirina kêşeyên heyî nîşan dide.

Di dirêjahiya vê civîna han de civata wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê jî daxwaz ji Wezareta darayî ya Îraqê kir daku, pereyên kompaniyên ku, li Kurdistanê de di warê petrolê de kar dikin bilez bide, ev pereyên han yek tirilon dînare û civata Wezîran ya Kurdistanê daxwaz kir daku, ji bûdceya 2012an ev pereyên han werin dayîn û eger bûdceya han têrê nake dibe ji bûdceya sala 2013an ev pereyên han werin dayîn.

Di beşeke din ya vê civîna han de behsa damezrandina hêzên Dîcle li Kerkûk û Deverên weqetandî de hate kirin û ev pêngava han jî bi pêngaveke metirsîdar wesif kir.
Top