• Friday, 24 May 2024
logo

CHP Encamên Hevdîtinên Oslo yên Navbera Dewleta Turkiyê û PKK Aşkira Kir

Gulan Media September 19, 2012 Nûçe
CHP Encamên Hevdîtinên Oslo yên Navbera Dewleta Turkiyê û PKK Aşkira Kir
Peyvdarê Partîya Komarîxwaza Gel (CHP) Haluk Koç, naveroka hevdîtinên Osloyê yên di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û PKK de aşkera kir. Li gorî encamên ewan hevdîtinan, gerek dewleta Turkiyeyê par operasyonên leşkerî û siyasî yên li hemberî BDP û PKK bidaba sekinandin û girtîyên dosyay KCK jî piştî Newroza sala 2011 serbest berdaba.


Haluk Koç peyvdarê mezin partîya opozisiyona niha ya Turkiyê, partîya komarîxwaza gel (CHP), naveroka hevdîtinên Osloyê aşkera kir. Haluk Koç ragihand, ku Dewleta Turkiyê û nûnerên PKK di danûstandinan de li ser reşnivîsekê bi hev re rêkevtin kirine. Li gor agahîyên ku peyvdarê CHP dane, di ewê lihevkirinê de, rêbaza çawanîya berdewambûna hevdîtinan û tiştên ku herdu alî li ser rêkevtin kirine, hatine nivîsandin.

Peyvdarê CHP ragiahndiye, ku reşnivîsa ku dewlet û PKK li ser rêkevtin kiribûn, ji 9 xalan pêk dihê, belê dema niha ew reşnivîsa rêkevtinê di arşîva dewletê de hatiye veşartin.


Li gor agahîyên Koç Hin xalên ku PKK û hikûmeta Turkiyeyê bi rêvebirêtîya AKP li ser bi hev re rêkevtin kirine evin:

-Herdu alî jî ji bo hevdîtinên Oslo û Îmraliyê berdewam bikin li hev kirine û dixwazin ev hevdîtin nehê birîn.

-Herdu alî jî heta heftiya yekemîn a Hezîrana 2011 li ser pêşnûmeya Ocalan nêrîn û pêşniyarên xwe bibêjin. Alîyên Kurd evê pêşnameyê weke prensîp qebûl dike.

-Herdu alî jî ji bo ku Konseya Makeqanûnê (destûrêz), Konseya Aştiyê û Konseya Rastîyan (Heqiqetan) ava bibe, dê xebatan bikin

-Aliyê Turk dê piştî hilbijartinan du kesan hilbijêre û ew herdu kes dê biçin bi Ocalan re hevdîtin bikin. Piştî ku Konseya Makeqanûnê, Konseya Aştiyê û Konseya Rastîyan ava bibin, dê dewlet hevdîtina di navbera evan konseyan û Ocalan de rêk bixe.

-Ji bo ku aştî çê bibe divê dewleta tirk, operasyonên KCK biqedine û kesên ku di bin navnîşana operasyonên KCK de hatine girtin, serbest bihên berdan. Di evê çarçoweyê de aliyê Turk weke gava yekem piştî Newroza 2011 dê siyasetmedarên kurdan ku di bin navnîşana KCK de hatine girtin, azad bike.

-Ji ber ku herdu alî jî dibêjin pirsgirêka kurd encax di nava aştiyê de dikare bihê çareserkirin, hemû operasyonên leşkerî, siyasî û dîplomatîk heta 15 Hezirana 2011 dê bihêne rawestandin. PKK jî dê heta ewê demê çalakîyan neke.

-Herdu alî jî ji bo ku danûstandin berdewam bikin û mijarên rojevê şîrove bikin heftiya duyemîn a Hezîranê dê bihên bal hev û careke din hevdîtin pêk bihînin.
Top