• Friday, 24 May 2024
logo

‘Amerîka dê sala 2013 êrişî Îranê bike’

Gulan Media September 18, 2012 Nûçe
‘Amerîka dê sala 2013 êrişî Îranê bike’
Balyozê berê yê Amerîka li Îsraîl, Martîn Îndîk, diyar kir, Amerîka dê sala 2013 êrişî Îranê bike û şerê Îran û Amerîka dê biqewime.

Balyozê berê yê Amerîka li Îsraîl, Martîn Îndîk, duh, ji televîzyona Amerîka, CBS, re got, sala 2013, dê Amerîka êrişî Îranê bike û şerê Îran û Amerîka dê biqewime.

Îndîk, behsa bernameya etomî ya Îranê jî kir û got, heta niha Îranê çekên etomî çênekiriye, ji ber wê jî hê wext heye helbet wextekî zêde nemaye.

Martin Îndîk, li bara nakokiya navbera serokê Amerîka, Barack Obama û serokwezîrê Îsraîl, Binyamîn Netanyahu li ser êrişa li dijî navendên etomî yên Îranê de jî got, navbera Obama û Netanyahu de, nakokiyek wisa kûr li ser pêşîgirtina çeêkirina çekên etomî ji aliyê Îranê ve tune.

Balyozê berê yê Amerîka, li bara daxuyaniyên Îsraîl li bara xeta sor li hember bernameya etomî ya Îranê de jî diyar kir, ev daxaziya Îsraîl, aqilane nîne, ji ber ku kifşkirina xeta sor tu wextî ji aliyê serokomarê Amerîka nayê qebûlkirin.

AKnews
Top