• Friday, 24 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Dibe Kurd Li Sûriyayê Bibin Xwedan Mafên Xwe Yên Reva

Gulan Media September 17, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Dibe Kurd Li Sûriyayê Bibin Xwedan Mafên Xwe Yên Reva
Evro Serokwezîrê Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Amerîkayê yê li Bexdayê Yûnis Demîrer kir.

Di hevdîtineke de her du alî behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de û herwiha çawetiya bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên han bi taybetî di warê abûrî û bazirganî de kir.

Her di vê warî de Serokwezîrê Kurdistanê û Konsulusê Tirkiyeyê ev yek diyar kirin ku, dibe mekanîzmek bo ektîftir kirina alûgora bazirganî û hevkarî û hemahengiya baştir di warê abûrî û enerjî de were damezrandin.

Di berdewamiya vê civîna han de rewşa siyasî ya Îraqê û kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de jî hatin nirxandin û her du alî nêrînên xwe yên di vê derbarê de diyar kirin û Serokwezîrê Kurdistanê careke din tekez li ser helwesta Kurdistanê ya di derbarê çawetiya çareser kirina kêşeyên heyî de kir û ragihand ku, Kurdistan piştgîriya çareser kirina tevahiya kêşeyên heyî bi rêya diyalog û jihev fêm kirin û di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê de dike û Konsulusê Tirkiyeyê jî piştgîriya welatê xwe bo çareser kirina kêşeyên heyî bi rêya diyalogê diyar kir.

Di dirêjahiya vê hevdîtina han de behsa guhertinên heyî yên li Deverê û bi taybetî jî rewşa Sûriyayê hate kirin û Serokwezîrê Kurdistanê balkêşande ser metirsiyên rewşa niha û dilgiraniya Kurdistanê li hember rijandina ev hemû xwîna han diyar kir.

Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, Kurdistan piştgîriya her cure biryareke dike ku, ji aliyê Gelên Sûriyayê ve were dayîn û tişta ku, bo Kurd girînge rewşa Gelê Kurd li Sûriyayê ye ku, heta niha ji tevahiya mafên xwe hatiye bêparhêştin lewre dibe Gelê Kurd bigehêje tevahiya mafên xwe.
Top