• Thursday, 23 May 2024
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê wê fîlma ku îslama pîroz biçûk dixe şermezar kir

Gulan Media September 15, 2012 Nûçe
Serokayetiya Herêma Kurdistanê wê fîlma ku îslama pîroz biçûk dixe şermezar kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Berhemhênan û belavkirina fîlmek ku têda biçûkxistina pîroziyên ola pîroza îslam û pêxemberê me yê mezin Mihemed (S.X.L.) hatiye kirin, nerazîbûneke mezin li cemawerê berfirehê li cîhana îslamê da peydakiriye.

Em her biçûkxistineke bi pîroziyên olan, ku hest û soz û baweriya mirovan birîndar dike, şermezar dikîn, wekî ku çawa her nerazîbûnek li dijî biha û bingehên ola pîroza îslamê bê, red dikîn.

Pêwîste hemû rêz li biha û pîroziya olên hevdû bigrîn û xwe ji kar û kirdarên tundutîjiyê biparêzîn ku berevajiya bingeha olan û bihaya mirovayetiyanin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

13 Eylul 2012
Top