• Thursday, 23 May 2024
logo

Angelina Jolie tê Herêma Kurdistanê

Gulan Media September 15, 2012 Nûçe
Angelina Jolie tê Herêma Kurdistanê
Piştî ku aktirîsa navdar a Emerîkî Agenlina Jolie serdana kampa penaberên Sûriyê yên li Urdin û Tirkiyê kir, biryare ji bo heman armancê sibe bigihe Herêma Kurdistanê.

Çavkaniyek agehdariya wê ji serdana Jolie ya bo Kurdistanê heye, got: “Sibe saet 17.00an Angelina Jolie digihe Herêma Kurdistanê. Wê Jolie du rojan bimêne û mêvanê Neteweyên Yekbûyî (NY) ye.” Li gor heman zanyariyan, roja yekşemê Jolie wê serdana kampa penaberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê yê li bajarê Dihokê bike.

Duh Angelina Jolie li Urdinê serdana kampa penaberên Sûriyê kir û piştre jî li Tirkiyê çû serdana penaberên Sûriyê. Piştre ligel berpirsên Tirkiyê ji bo karûbarên penaberên Sûriyê civiya. Jolie li Urdinê di daxuyaniyeke çapemeniyê de wiha got: “Dîtina wan malbatên penaberên Sûriyê bandorekî mezin li ser min çêkir. Min ew li cihê niştecihbûna wan dît, coş û xuruşek di pêşwazîkirina wan de hebû. Di parastina wan de dilniyayî hebû.”

Angelina Jolie di daxuyaniya çapemeniyê de behsa 3ê jinan dike ku ligel zarokên xwe reviyabûn. Wan jinan gotibû, hevserên me di nava Sûriyê de mane, em nizanin hatine kuştin an zindî ne. Herwiha Jolie got: “Wan jinan tiştên pir mezin ji dest dane, lewra min nekarî zêde pirsan ji wan bikim û dilê wan bişkînim.”

Angelina Jolie aktrîsteke Emerîkiye û xelata Oskarê wergertiye. Jolie 4ê hezîrana 1975an ji dayîk bûye. Sê zarok ji sînamevanê Emerîkî Brad Pitt heye. Herwiha sê zarok jî xwedî kiriye, yek ji wan zarokan Kembodiye, yek ji Etyopya û yê din jî ji Viyetnamê ye.

Niha Angelina Jolie nûnera komîsyona bilind a karûbarên penaberan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye.

Rudaw
Top