• Friday, 24 May 2024
logo

DBK hêzên çekdar kom dike

Gulan Media September 15, 2012 Nûçe
DBK hêzên çekdar kom dike
Desteya Bilind a Kurd (DBK) bi nêt e serkirdayetiyeke leşkerî ya hevbeş damezrîne û tevahiya hêzên çekdar ên Rojavayê Kurdistanê rêk bixe. Ev pêngav jî piştî wê yekê tê ku tevahiya hêzên çekdar ên dijberên rêjîma Sûriyê li jêr navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê tên komkirin. Endamê DBK û sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, Îsmaîl Heme, ji Rûdawê re ragihand: “Wekî DBKê me biryar li ser pêkanîna serkirdayetiya leşkerî ya hevbeş daye, ku ji tevahiya wan hêzên çekdarî yên ku niha li Rojavayê Kurdistanê hene, yan di siberojê de pêk tên, bê damezrandin. Em hewl didin artêşeke taybet bo Rojavayê Kurdistanê damezrînin û bi awayekî cidî ji bo vê mebestê kar dikin.”

Endamê DBKê û endamê rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Aldar Xelîl, ji Rûdawê re got: “Heta niha ti hêzeke taybet a DBK nîne, lê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hinek rêxistinên leşkerî yên cihê, ku ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê hatine pêkanîn, amadebûna xwe nîşan dane ku bikevin jêr fermana DBKê.”

“Em dixwazin wekî Herêma Kurdistanê bin”

DBK roja 24.07.2012ê di civîneke hevbeş a di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de li Qamişloyê hat damezrandin. Ev lihevhatin jî di çarçoveya cihbicihkirina Peymana Hewlêrê de bû ku roja 11.07.2012ê bi rêveberiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatibû îmzekirin. DBK, ya ku pirraniya hêz û rêxistinên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê jî li xwe girtine, ne amade ye tevlî dijberiya Sûriyê bibe, ji ber ku heta niha wê dijberiyê mafên neteweyî yên Kurdan qebûl nekiriye. Herwiha DBK rê nade Artêşa Sûriyê ya Azad jî (ku girêdayî dijberiya Sûriyê ye) ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe. Aldar Xelîl di vî warî de got: “Em hewl didin Rojavayê Kurdistanê dûr bigirin ji şer û pevçûnan û xebata çekdarî û em nebin beşek ji nakokiyên di navbera hêzên cihê yên Sûriyê de, ji ber ku pirsa kurdî li Rojavayê Kurdistanê pirseke cuda û taybet e û em dixwazin wekî Herêma Kurdistanê bibin xwedî îdareyeke taybet.”

Artêşa hevgirtî ya dijberiyê

Hewldana hevgirtina hêzên çekdar ên Rojavayê Kurdistanê di demekê de tê ku serê vê mehê dora 400 efser û fermandarên leşkerî yên ji rêjîma Esed cudabûyî li devera Entlos, li herêma Antakya li Tirkiyê, nêzîkî sînorê Sûriyê, ji bo dema 3 rojan ji bo rêxistin û hevgirtina grûpên çekdar civiyan û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê damezrandin. Ew artêşa nû ji Artêşa Sûriyê ya Azad û tevahiya hêzên çekdar ên dijberên Esed pêk tê. Hat ragihandin ku hevgirtina hêzên çekdar ên dijberiya Sûriyê derencama peymana fransî-tirkî û bi handana Amerîka û welatên erebî pêk hatiye.

Artêşa Niştimanî ya Sûriyê, piştî ragihandina damezrandina xwe, xwe weke nûnera tevahiya çekdarên hundir û derveyî Sûriyê nasand û ji welat û saziyên navneteweyî û herêmî daxwaz kir ku wê wekî nûnerê rewa û tekane pêkhateya hevgirtî ya leşkerî ya dijberiyê li Sûriyê bibînin. Aldar Xelîl derbarê wê yekê de gelo aliyê kurdî hatiye vexwendin, daku tevlî wê artêşê bibe, ragihand: “Ew herdem ji Kurdan daxwaz dikin ku beşdarî Artêşa Sûriyê ya Azad û dûre Artêşa Niştimanî ya Sûriyê bibin, lê em herdem ji wan re dibêjin ku rast e bi hev re em dijberiya rejîma Sûriyê dikin, lê em naxwazin hûn bên deverên kurdî, ji ber ku pêdiviya me bi ti hêzeke çekdar nîne.”

YPG, ku hêzeke çekdar a girêdayî PYDê ye û nêzîkî PKKê ye, berê dabû diyarkirin ku rê nade ti hêzek li Rojavayê Kurdistanê hebe, eger li derveyî çarçoveya wan be, herwiha rê nadin wan leşkerên reviyayî yên ji Rojavayê Kurdistanê jî ku li Herêma Kurdistanê perwerde dîtine. Herwiha hinek çalakvan û siyasetvan dibêjin, rejîma Sûriyê xizmetguzarî û parastina hinek dezgehên xwe li Rojavayê Kurdistanê daye destê PYD, lê PYDê vê yekê red dike.

Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, Îsmaîl Heme, dibêje “Ti zanyariyeke me li ser kitûmitên dirustkirina Artêşa Niştimanî ya Sûriyê nîne û em naxwazin tevlî ti artêşeke sûrî bibin. Em dixwazin artêşeke taybet a deverên kurdî dirust bikin.”

Em dijminatiya dijberiyê nakin

Her çiqasî heta niha Kurd tevlî dijberiya Sûriyê nebûne, lê hevkarî û pêwendiya wan a berdewam ligel wê dijberiyê heye. Îsmaîl Heme got: “Em hêvîdar in di siberojeke nêzîk de û wekî berdewamiya rûniştina Qahîre, peymanekê ron û zelal îmze bikin.” Aldar Xelîl jî parastina pêwendiyên Kurdan ligel dijberiya Sûriyê teqez dike û dibêje: “Em dijminatiya dijberiya Sûriyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê nakin û em herdu beşek in ji dijberiyê, tenê awayê xebata me ji hev cihê ye. Niha bi hev re hevkariya me heye.”

Du helwestên cuda li hember Artêşa Niştimanî

Roja 06.08.2012ê serokê Fransa, François Holland, û serokwezîrê Brîtanya, David Cameron, piştî civîneke hevbeş ragihandin: “Fransa û Brîtanya li ser wê yekê li hev kirin ku wekî pêngaveke xurt alîkariya leşkerî pêşkêşî şoreşgerên Sûriyê bikin, bi mebesta avakirina devereke dijî firînê li deverên azadkirî yên bakur û rojhilat û başûrê Sûriyê.” Lê PYD van hewldanan red dike û wekî destpêkekê dibîne ji bo têkdana ewlekariya Rojavayê Kurdistanê. Aldar Xelîl got: “Heta niha ti welatekî alîkariya diravî û leşkerî nedaye me û bi ti hawî jî em naxwazin Rojavayê Kurdistanê bibe qada şer a hêzên siyasî yên Sûriyê.” Navborî dûr dibîne ku Artêşa Niştimanî ya Sûriyê bikare here Rojavayê Kurdistanê û got: “Hebûna wan li wir nîne û hêzek jî ku pêgeha xwe ya civakî li cihekî nebe nikare bibe xeter li ser deverê.” Herwiha sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê jî got: “Em Artêşa Niştimanî ya Sûriyê wekî xeter li ser Rojavayê Kurdistanê nabînin û em dixwazin wekî hêzên pêşmerge, ku beşek in ji artêşa Iraqê, hêzên me jî beşek bin ji hêzên Sûriyê.”

Li gor raporeke rojnameya El-Siyase ya kiwêtî, proseya çekdarkirina dijberiya Sûriyê dest pê kiriye û bi rêya Tirkiye, Urdun û Libnanê gellek çek û amrazên leşkerî, ku ji aliyê Wezareta Bergiriyê ya Fransayê hatine şandin, gihiştine destê dijberiya Sûriyê. Her li gor wê rojnameyê, hikûmeta Brîtanyayê, bi lihevkirina ligel Fransa û hinek welatên NATO, bi rêya Urdunê çek û teqemenî gihandine hêzên dijberiya Sûriyê li devera Dera û bi rêya Tirkiye û Herêma Kurdistanê jî çek gihandine Heleb û Dêrezorê.

Rudaw
Top