Malikî digel şandeke ENSê civiya
Li gorî ofîsa ragihandina Malikî, navhatî duhî pêşwaziya şandeke opozisyona Sûriya kir û tê de derbarê pêşhatên kirîza Sûriya û awayê rawestandina tundiye û dîtina çareseriyeke siyasî gotûbêj kirin.
Şanda han bi serokatiya serokê ofîsa têkiliyên derva ya Enxûmena Niştimanî ya Sûriya (ENS) li Amerîka û Keneda Mehmûd Deham Mislit bû.
Malikî tekîd kir ku Iraq piştgiriya her çarseriyeke siyasî dike ku sûrî bi xwe li ser razî bin.
Di hevdîtinê de, awayê pêşkêşkirina alîkariyan ji bo welatiyan hate behskirin.
Her du aliyan jî tekîd li ser hevgirtina opozisyona Sûriya kirin.
AKnews