• Thursday, 23 May 2024
logo

Dîdar û hevdîtinên sêyem roja serdana şandeya Kurdistanê li Amerîkayê

Gulan Media September 14, 2012 Nûçe
Dîdar û hevdîtinên sêyem roja serdana şandeya Kurdistanê li Amerîkayê
Di sêyem roja serdana xwe a bo Amerîkayê de, şandeya herêma Kurdistanê ku, ji Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê û Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêk tê, digel hijmareke berpris û senatorên amerîkî civiyan.

Şandeya Kurdistanê di civîna xwe ya digel Stîwart Buyîn ji tîma avadankirina Îraqê de, behsa piştgiriya Amerîkayê bo avadankirina herêma Kurdistanê û Îraqê û pêşxistina saziyên demokratîk û rêxistinên civaka medenî ji sala 2003ê ve kir

Şandeya herêma Kurdistanê di civînê de tekîd li ser wê yekê kir ku, her çiqas pişka herêma Kurdistanê ji alîkariyên amerîkayê yên bo îraqê sînordar bû jî, lê hikûmeta herêma Kurdistanê karî fêdey ji wê alîkariyê werbigire û bo avadankirina herêma Kurdistanê bi awayekî dirust bikar bîne.

Şandeya Kurdistanê herwesa digel General Maykil Berbiro serokê rêxistina taybet a asayîşa arteşa Amerîkayê civiya. Şandeya Kurdistanê sipasiya wî kir ku, dema ew li Kurdistanê bû, wî roleke ber bi çav di avakirina komîteyên hevbeş yên asayîşa deverên nakokbar de hebû.

Behasa hevkarî û hevahengiya pêmer û arteşa Amerîkayê di operasyona azadkirina Îraqê de kir û general Barbiro rola pêşmergeyê Kurdistanê di çespandina asayîş û îstîqrarê de li deverê û herêma Kurdistanê bilind nirxand





Her eynî roj şandeya herêma Kurdistanê digel senator Jon Makin, jo Liberman Lîndzî Giraham civiya û di civînê de çend pirsên aktuel di rojeva Kurdistan, herêmî û Îraqê de hatin nirxandin. Behsa kirîza siyasî û emnî a Îraqê hat kirin û şandeya herêma Kurdistanê, div ê çarçoveyê de, tekîd kir û herêma Kurdistanê dixwaze Îraq, îraqeke demokratîk, federalî û piralî be ku, tev pêkhatên îraqî tê de bi aramî dûr ji şidet û tirsê di îraqeke bi îstîqrar de bijîn. “Lê mixabin hikûmeta Îraqê destûr û rêkeftinên hatine îmzakirin hemû piştgih xistine û wisa dike ku, rewşa Îraqê aloztir bibe û pirsên hilawîstî jî bê çareserî bimînin.”

Di ware neftê de jî, şandeya herêma Kurdistanê tekîd li ser rastî û destûrîbûna kontiraktên herêma Kurdistanê di ware neftê de îmzakirine kir û got ku hikûmeta herêma Kurdistanê di warê neftê de siyaseteke realist, ji bona geşepêdana aboriya Kurdistan û teva Îraqê, peyrew dike.

Li dor pirsa Suryeyê jî, şandeya herêma Kurdistanê hêvî kir ku rewşa aloza Suriyeyê bidawî bê û êdî xelkê sivîl nebin qurbanî siyaseta nerast. Behsa karîgerî û tesîra rewşa aloza Suriyeyê bo ser hemû deverê kir û tekîd li ser mafên rewayên gelê kurd li Suriyeyê hat kirin.

Her di berdewamiya serdana xwe a bo Amerîkayê, di sêyem roja serdana xwe de, şandeya herêma Kurdistanê digel kongresman Maykel Rocerz serokê komîteya îstîxbaratê li kongresa amerîkî û xanim Lorîta Sancêz civiyan.
Di civînê de şandeya herêma Kurdistanê, helwestê serokatiya siyasiya Kurdistanê li hember; kirîza siyasiya Îraqê, pirsa demokrasiyê li Îraqê, madeya 140ê, pirsên hilawîstiyên navbera Bexda û Hewlêrê yên wweke; pirsa pêşmerge, budce, qanûna neft û gaze û madeya 140ê kir. Şandeya Kurdistanê got ku divê ev pirs hemû bi diyalog û li gor destûra Îraqê bên çareserkirin.





Şandeya herêma Kurdistanê digel Jozêf Makmilan cîgirê yekem yê alîkarê wezîra derveya Amerîka civiya û çend pirsên gerim di rojeva Kurdistan û Îraqê de hatin nirxandin.

Her di heman rojê de Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê û Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, bi amadebûna hijmareke mezin a rojnamevanan, li ser rewşa Kurdistan, Îraqê û herêmî beşdarî semînarekê bûn.

Hisên û Mistefa di semînarê de behsa;
- Siyaseta herêma Kurdistanê a di warê avadankirina Kurdistanê, vejandina aborî, geşepêdana şiyanên mirovî, asayîş û îstîqrara Kurdistanê.
- Qanûna neft û gazê û kontiraktên herêma Kurdistanê di warê neftê de digel kompaniyên biyanî îmzakirine.
- Rola kurda di pirosesa rizgarkirina Îraqê sala 2003ê, pirosesa siyasya îraqê, demokrasiyê û avakirina arteşa Îraqê.

Di dawiyê de şandeya herêma Kurdistanê ji rojnamevanan re got ku, herêma Kurdistanê arîşe û pirgirêkan dernaxe û dixwaze hemû ew arîşe û pirsên hene li gor destûr û lo gor wan rêkeftinên digel Bexdayê hatine îmzakirin bên çarser kirin.
Top