• Thursday, 23 May 2024
logo

Dengê ‘Hevalên Pêşmerge’ 185 malperên Tirkî hack kir

Gulan Media September 13, 2012 Nûçe
Dengê ‘Hevalên Pêşmerge’ 185 malperên Tirkî hack kir
Komeleyek hackerên kurd ên bi navê ‘Tîma Hacker a Kurd’ serverêk û 185 malperên fermî û taybet ên Tirkiyê hack kirin.

Duh di bersiva êrişên Tirkan ên li ser malperên kurdî, komek hackerên kurd ên bi navê Tîma Hacker a Kurd êrişî server û 185 malperên fermî yên sazî, rêxistin, kompanî, hêjmarek malperên fermî û serekî yên şaredarî û çend malperên taybet ên Tirkî kirin.

Tîma Hacker a Kurd di wê êrişa li ser wan malperan de ji bilî bagrawendekî taybet û tejî nivîs, strana ‘Hevalê Pêşmerge’ ya hunermenda navdar a kurd Merziye Ferîqî li ser danîn û radigihênin ku wê di siberojê de armancên xwe berfiretir bikin.

Tîma Hacker a Kurd ragihand ku wê di bersivdanê de berdewam bin, wê malperên netewperestên Tirkiyê hack bikin û herwiha tekez li ser wê yekê kirin wê kontrola malperên hatine hackirin jî bixin destê xwe.

Navê malperên hatine hackirin:

www.bakimobilya.com

www.alpaslankarademir.com

www.ambalaj-tasarimlari.com

www.ankaradadekorasyon.net

www.antalya-online.com

www.arasvinc.net %

www.arterhaberlesme.com

www.askerimalzemeler.gen.tr

www.ateskes.com.tr

www.avcibekir.com

bartinarzumpansiyon.com

www.basaktanitim.com

www.duygubenli.com

www.bicerreklam.com

Rudaw
Top