Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Lîsta El Iraqiye û şanda li gel kir
Li hevdîtinê de ku hejmarek ji berpirsên bilindên Herêmê amadebûn gelek bi hurî rewşa siyasiya îro ya Iraqê hate nirxandin û tîşk xistin li ser naveroka wê kongreya nîştimaniya berfireh ku biryare li derfetek da bê bestin û li ruyê çawayiya sazdana wê bingeha ku pişt pê dibestin û çawayiya helsangandinê jî li gel wan hemû destpêşxeriyên ku li vî derbarî de xistin rû.
Her li vê hevdîtinê de Serokê Lîsta El Iraqiye û şanda li gel encama kombûna lîsta xwe ku li bajarê Silêmanî birêveçû pêşkêşî Serok Barzanî kirin.
Biryar hate dayîn pêwendî û hevdîtina di navbera her du alî de sebaret bi amadekariyên kongreyê berdewam bibê.