• Monday, 17 June 2024
logo

Li Diyalayê du teqîn çêbûn: 9 kuştî û birîndar hene

Li Diyalayê du teqîn çêbûn: 9 kuştî û birîndar hene

Di encama teqîna du bombeyên vedayî de, 9 leşker û çekdarên Heşda Şeibî li parêzgeha Diyalayê hatin kuştin û birîndarkirin.

Jêderekî ji Polîsa Diyalayê ji K24ê re ragihand, teqînek bihêz li gundê Selam Dawûd ê li başûrê rojavayê parêzgeha Diyaleyê rû dan. Di encamê de çekdarekî Heşda Şeibî hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Wî jêderê diyar kir jî: “Piştî teqîna bombeyê di otombîleke Heşda Şeibî de, piştre artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şeibî diçin cihê teqînê, bombeyeke din jî di nav hêzê de diteqe û di encamê de 4 leşkerên artêşa Iraqê birîndar dibin.

Piştî her du teqînan, hejmareke mezin a hêzên ewlehiyê gihîşt cihê bûyerê û li ser çawaniya bûyerê dest bi lêkolînan kirin.

Herwiha wî jêderî da zanîn jî, termên kuştî û birîndaran bo nexweşxaneya giştî ya Baqê hatine veguhestin û 2 ji birîndar jî bi sedema giraniya birînên wan, bo Bexdayê hatine veguhestin.

 

K24

Top