• Monday, 17 June 2024
logo

Serok Barzanî: Diyalog baştirîn çareseriye

Serok Barzanî: Diyalog baştirîn çareseriye

Serok Barzanî li gel şandeke Qeterî civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke wezareta derve ya Qeterê kir ku, ji her yek ji Emîndarê wezareta derve Ehmed bin Hesen Elhimadî, balyozê Qeterê yê li Îraqê Sultan bin Mubarek Elkobeyisî û Konsulusê Qeterê yê li herêma Kurdistanê Husên bin Elî Elfezale pêk hatibû.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasiya deverê, gef û astengiyên berdem aramiya deverê hate kirin û Serok Barzanî eşkere kir ku, baştirîn çareserî bo astengiyan û kêşeyan diyalog û dûrketin ji şer û kawilkariyane.

Her di heman civînê de tekez li ser pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Qeterê di warên awedanî, bazirganî û torîzimê de hate kirin.

Top