Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr. Haçim El Hesenî kir
Li vê hevdîtinê de di derbarê pêşketinên pêvajoya giştî ya welat û ew qeyrana siyasiya ku dûçarî bûye û çawayiya berev pêşbirina rastiya siyasiya li Iraqê da danustandina bîr û ramanan kirin.
Her wiha Serok Barzanî û Dr. Haçim El Hesenî dûpat kirin ku pêwîste bi navê çareserkirina rewşa siyasî û çalakkirina pêwendiya di navbera hêz û aliyê siyasiyan de li ser bingeha hevbendiya rasteqîne û pabend bûna bi destûr û peymana siyasiyan û çareseriya pesendkirina meseleyên helawestiyên li vê kongreya nîştimaniya berfireh ku tê çaverêkirin ji bo hêz û aliyê siyasiyên Iraqê bête encamdan hewleke zêdetir bidin.