• Sunday, 26 May 2024
logo

Erdogan bi dijwarî êrîşî BDP kir

Gulan Media January 5, 2012 Nûçe
Erdogan bi dijwarî êrîşî BDP kir
Serokwezîrê Tirkiyê Receb Erdogan di civîna grûpa xwe ya parlamentoyê de

gotinên gelekî giran ji BDP re gotin.

Polemîka di navbera BDP û AKP û bi taybetî Erdogan de her ku diçe kûrtir dibe.

Erdogan bersiva hevserokê BDP Selahattîn Demîrtaş da û got: Ev welat perçe bû ye dibêje. Tu temsîla kê dikî?! Tu bi navê kê diaxifî? Eger efendiyên we yên çekdar benê we sist nekin, hûn nikarin biçin tuwalêtê jî! Hûn çi kê, perçe dikin!.."

Di vê axaftina xwe de Erdogan, weke her carê hemû çalakiyên PKK weke çalakiyên terorîstî bi navkirin.

Weke tê zanîn Selahattîn Demîrtaş di axaftineke xwe de gotibû ku Tirkiyê perçe dibe û ji Erdogan re jî gotibû Heddê xwe bizanibe.

Avestakurd
Top