• Sunday, 26 May 2024
logo

2011..Pirtirîn jidayikbûn li Silêmaniyê û mirin li Duhokê bû

Gulan Media January 5, 2012 Nûçe
2011..Pirtirîn jidayikbûn li Silêmaniyê û mirin li Duhokê bû
Di sala 2011an de, hejmara herî zêde ya zarokên nû jidayikbûne li Silêmaniyê bû û ya herî zêde ya kesên ku mirine li Duhokê bû.

Wezîrê Tenduristî yê Herêma Kurdistanê Tahir Hewramî ji AKnewsê re daxuyand ku di sala borî de, 123 hezar û 989 zarok li Herêma Kurdistanê hatine dinê û 15 hezar û 872 welatî mirine.

Hewramî ronî kir ku ji wê hejmara zarokên hatine dinê, 40 hezar û 921 li Hewlêrê, 41 hezar û 942 zarok li Silêmaniyê û 41 hezar û 126 zarok li Duhokê jidayikbûne.

Hewramî amaje kir ku 15 hezar û 872 welatî di sala 2011an de li herêmê jiyana xwe ji dest dane, ji wan 302 li Hewlêrê, 5 hezar û 560 li Duhokê û 5 hezar û 51 li Silêmaniyê.

Ji aliyê xwe ve, Birêveberê Giştî yê Amarê li Herêma Kurdistanê Mihyedîn Sîrwan ji AKnewsê re aşkere kir ku li gorî amara dawî ya Wezareta Pilandananê ya sala 2010an, hejmara xelkê Herêma Kurdistanê 4 milyon û 900 hezar kes e.
Top