• Sunday, 26 May 2024
logo

Kurd bê lêborîna el-Esedî çûne hola Parlamentoya Iraqê

Gulan Media January 5, 2012 Nûçe
Kurd bê lêborîna el-Esedî çûne hola Parlamentoya Iraqê
Kurd bêyî ku el-Esedî lêborîna xwe bixwaze çûne nav hola Parlamentoya Iraqê, hevdem el-Esedî bi xwe jî di kombûnê de amade bû.

Parlamenterê Iraqê Seîd Resûl ji AKnewsê re ragihand ku civîna Parlamentoyê ji ber amadenebûna aliyê kurd li dar neketibû û wan xwestibû parlamenterê Hevpeymaniya Niştimanî Hisên Seedî ji ber daxuyaniyên xwe yên li dijî Talebanî lêborînê bixwaze.

Resûl axaftina xwe wiha domand, “El-Esedî lêborîn nexwest, tenê çend parlamenterên Hevpeymaniya Niştimanî bi şêweyekî zarekî hatin cem aliyê kurd û gotin em daxwaza lêborînê dikin, kurd razî bûn biçin nav hola parlamentoyê û el-Esedî bi xwe jî di nav daniştinê de amade bû.”

Derbarê daniştina Parlamentoyê de jî Resûl got, “Daniştin hatibû paşxistin, lê li gor destûra Iraqê 50 parlamenteran îmze kom kirin û daxwaza lidarxistina daniştinê kirin, lê ji vê daniştinê re tê gotin daniştina awarte.”

Parlamenter Hisên el-Esedî Serokomar tawanbar kiribû bi hewandina kesekî tawanbar bi terorê, lewma roja sêşema borî bloka kurdî di nav parlamentoyê de, ji ber gotinên wî xwe ji daniştinan vekişandibû û xwestibû el-Esedî lêborîna xwe bxweze.
Top