Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî Nûnerên Serok Wezîrê Iraqa Federal kir
di hevdîtinê de ku Dr. Roj Nurî Şaweys Cîgirê Serok Wezîrê Iraqa Federal amade bû, ronahî xiste li ser pêşhatên siyasiyên dawiya Iraqê û peydakirina çareseriyeke guncaw ji bo wê tengasiya niha û wan hemû gîr û giriftên ku dûçarî pêvajoya siyasî bûne û bi bê çareserî mane.
Serok Barzanî û şanda Nûnerên Serok Wezîrê Iraqa Federal dîtin û nêrînên xwe yên sebaret bi gîr û giriftan û tengasiyan danustandin kirin û her du alî jî li ser çareserkirina wan bi hevre bûn û li vî warî de Serok Barzanî tekez li ser pabend bûna pêvajoya demokratî û cûdakirina meseleyên yasayî û qezayiyên li meseleya siyasiyan û pêwîstî bi beşdariya hemû pêkhatên Iraqê li birêvebirina welat da kir. Şanda Nûneran jî li gel vê nêrîna Serok Barzanî bûn.
Li beşekî dinê hevdîtinê de gelek bi hurî behsa girîngî û pêwîstiya bestina kongreyekî nîştimaniya berfireh ya ji bo hemû aliyê siyasiyan kirin û ji bo vê mebestê jî her du alî tekez li yekxistina hewlên xwe yên ji bo vê mebestê kirin.