• Sunday, 26 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Sekreterê Giştî yê NY ê li Iraqê kir

Gulan Media January 5, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Sekreterê Giştî yê NY ê li Iraqê kir
duh çarşem 04/01/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Martin Kopler Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

di hevdîtinê de, her du alî di derbarê pêşhatên siyasiyên Iraqê û qeyranên îro ya li ber pêvajoya siyasî û pirsên di navbera Dewleta Yasa û Lîsta El Iraqiye û çawayiya çareserkirin û derbasbûna ji wê qeyranê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Serok Barzanî gelek bi hurî nêrîna xwe ya di derbarê pêvajoya niha ya Iraqê xisterû û tekez li wê yekê kir ku li rêya rûniştin û danustandina bîr û ramanan hêzên siyasiyên Iraqê dikarin bigihin çareseriyek ji bo wê qeyrana ku ev demeke li Iraqê serîhildaye û bestina kongreyekî nîştimaniya berfireh jî ji bo hemû hêz û aliyên siyasiyan bi mebesta çareserkirina gîr û giriftên pêwîst bi hukimranî û birêveçûna welat û pirsê helawestiyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê bi pêwîstî zanî. Eve jî rûnkir ku pêwîste li çareseriya wan hemû pirsan pişt bi destura bingehîna Iraqê bê bestin û ji bo sazdana kongreyê jî pêwîste amadekariyekî baş ji bo wê bê kirin bo ku bikarê li hemû rûyek ve serkeftinê bi dest bîne û Iraqê ji wê qeyranê derbas bike. Li vî warî de Serok Barzanî daxwazkir ku Neteweyên Yekgirtî wekî aliyekî bê alî rola xwe ya bi bandor ya li ser xistina kongreyê de bibîne.

Ji aliyê xwe ve Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî xweşhaliya xwe bi nêrîn û dîtinên Serok Barzanî derbirî û hewlên birêz jî ji bo derbasbûna ji vê qeyranê de bi bilind nirxand.
Top