• Sunday, 26 May 2024
logo

Serokê Perlemana Kurdistanê pêşwazî li konsolê giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê kir.

Gulan Media January 5, 2012 Nûçe
Serokê Perlemana Kurdistanê pêşwazî li konsolê giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê kir.
Duh, Serokê Perlemana Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî li avahiya parlamentoyê pêşwazî li konsolê giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê Aydin Selcen kir.

di hevdîtinê de behsa bûyera ‘şehîdkirina 35 welatiyên sivîl ên bê guneh a li gundê Roboskê yê girêdayî parêzgeha Şirnexê hatiye kirin’ û dilgiraniya Perlemana Kurdistanê, şermezarkirina bûyerê û hevxemiya derbarê vê bûyerê de, pêngavên hikûmet û aliyên têkildar ên Tirkiyê yên ji bo lêkolînkirina vê bûyerê û pêngavên dûbarenebûna bûyerên bi vî awayî guftûgo li ser hatine kirin.

Li gor wê daxuyaniyê, “Serokê Perlemana Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî tevî xêrhatinê, diyar kir ku mirina her mirovekî, ji her netewe, ol û xwediyê her baweriyekê be, bi neheqî tawane, cihê dilgiranî û nexweşiyê ye. Hevdem şehîdkirina van welatiyên sivîl û bê guneh ên ku bi peydakirina debara xwe ve mijûl bûn û bi jiyanekî herî sivîk razî bûn, wijdana her mirov dostekî hejand. Ez bawer nakim ku berpirsên Tirkiyê jî bi vê kiryarê dilgiran nebin, ji ber bûyerên bi vî awayî ne di berjewendiya ti aliyekî de ne.”

Herwiha Dr. Kemal Kerkûkî dûbare kir ku helwesta Herêma Kurdistanê eve; “Bi şer û şiddetê qet pirsa Tirkiyê nayê çareserkirin. Pêwîste ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê piştgiriya proseya demokrasiyê bê kirin, lêkolînek hur û ciddî li ser wê bûyerê bê kirin. Şaşitî û kêmasî bên destnîşankirin, ji bo qet ew bûyer dûbare nebin, ji ber ku dema hewara xwe gihandina çek û şiddetê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan derbas bûye.”

Di hevdîtinê de Konsolê Tirkiyê Aydin Selcen sipasiya xwe li beramberî hevxemî û dilgiraniya Serokê Perlemana Kurdistanê nîşan da. Bi heman awayî dilgiraniya Serokkomar, Serokwezîr û berpirsên bilind ên Tirkiyê yên derbarê wê bûyerê de nîşan da. Selcen bal kişand ser daxuyaniya berpirsên bilind ên Tirkiyê yên derbarê bûyerê de û got: “Lêkolînên derbarê bûyerê de berdewam in, li gor yasayê wê xêzan û kesûkarên şehîdan bên qerebûkirin (tanzîmat).” Selcen di dawiya axaftinên xwe de got: Tu kes ligel wê yekê nîne ku lêkolîna derbarê wê dosyeyê de bê paşvexistin û pêwîste sedema wê bê eşkerekirin.
Top