Li Duhokê jinekê xwe di bendavê de xeniqand
Berpirsê Ragihandina Polîsên Duhokê Hêmin Silêman ji Rûdawê re ragihand: “Îro Şemiyê 04-08-2018, jinekê 31 salî li Bendava Duhokê dawî li jiyana xwe anî.”
Hêmin Silêman da xuyakirin, ku piştî agahdarkirinê tîmên polîsê hawarhatinê gihiştine cihê bûyerê û termê wê hatiye derxistin û ji pizîşkê dadî re hatiye şandin.
Silêman herwiha got, niha dosyeya lêkolînê hatiye vekirin û lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.
Rudaw