• Thursday, 28 November 2024
logo

Dayîkek û sê keç di bendava Farqînê de xeniqîn

Dayîkek û sê keç di bendava Farqînê de xeniqîn
Dayîkek û sê keçên xwe dema di bendava Farqînê ya Ameda Bakurê Kurdistanê melevanî dikirin xeniqîn.



Îro piştî nîvro Şemiyê, bi mebesta seyranê malbateke xelkê Semsûrê li seyrangeha Farqînê dema di bendava Farqînê de melevanî dikirin, dayîkek û sê keçên wê, keçeke temen 12 salî binav bû û dayîk û herdû keçên wê yên din hewl dan wê rizgar bikin, lê ew jî binav bûn û xeniqîn.



Dayîka 50 salî Hediye û hersê keçên Ayşenur, Şeval Nisa Karabulut û Havva Kaya wê ku temenê wan di navbera 12 heta 18 salan de bû, xeniqîn.



Tîmên bihewarveçûnê piştî hewldaneke zêde karîn termê herçar kesên xeniqî derxînin û piştre radestî Pizîşkiya Dadê ya Amedê bikin.


Ji bona otopsiyê cinazeyê Hediye û keçên wê Ayşenur û Şeval Nîsa Karabulut û xwîşka wê Havva Kayayê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlvanê.


Rudaw
Top