• Thursday, 28 November 2024
logo

Çîn daxwaza zarokê duyem ji welatiyan dike

Çîn daxwaza zarokê duyem ji welatiyan dike
Hîkûmeta Çînê daxwazê ji welatiyên wî welatî dike ku zarokê duyem bînin di demekê de ku di çend salên borî de li gor yasayekê her malbatek tenê mafê wan ê yek zarokî hebû.



Hikûmeta Çînê ragihandiye ku li beramber zarokê duyem dê hevkariya aborî ya malbatan were kirin û eger karmend be dê betlaneya kar a zêdetir werbigire.



Li gor yasaya nû, her dayîkeke karmend ku zarokê wê yê duyem çêbibe, ji xeynî betlaneya 98 rojî ku li gor yasaya berê dihat dayîn, di navbera 138 heta 158 roj de betlaneyê werdigire, ligel hevkariya aborî. Herwiha bav jî 15 heta 30 roj betlane werdigire.



Ev pêngava han piştî hilweşandina yasaya berê a bi navê "yek malbat û yek zarok" tê ku sala 1979ê hatiye derxistin û sînorek bo malbatan hatibû danîn ku divê tenê yek zarokê wan hebe.



Di warê hejmara akinciyan de Çîn welatî herî mezin ê cîhanê ye ku di sala 2017ê de nifûsa wê milyarek û 400 milyon kes bû.

Rudaw
Top