Bakûr – Li Semsûrê zilamekî 5 endamên malbata xwe kuşt!
Îro danê sibê li gundê Egerlî yê navçeya Besnî ya bajarê Semsûrê, zilamê bi navê S.A. bi tivingê bavê xwe, birayê xwe, jinbira xwe û du biraziyên xwe kuşt.
Li gorî agahiyan, piştî wê wî zilamê xwast xwe jî bikuje lê bi birîndarî ew rakirin nexweşxanê.
Tê gotin ku ew komkujî li ser parvekirina erd û zeviyan çêbûye.
Basnews