• Thursday, 28 November 2024
logo

Ednan Oktar û (pisîkên) wî li Tirkiyê hatin girtin

Ednan Oktar û (pisîkên) wî li Tirkiyê hatin girtin
Polîsên Tirkiyê li bajarê Stenbolê, Ednan Oktar yê ku bi navê Harûn Yehya jî tê naskirin, li gel çend keçên ku wan bi pisîkên xwe dide naskirin, desteser kirin.

Hat ragihandin, ku Oktar bi tometa sivkatîkirin bi pîroziyên civaka Tirkiyê hatiye girtin. Li gorî medya Tirkiyê dema Oktar hat girtin, hejmarek ji keçên nîv tazî li gel wî bûn.

Ji aliyê xwe ve, Ajansa Anadolê diyar kir, ku navhatî li cem polîsên Stenbolê di bin lêkolînê de ye û dema polîs girtin ser mala Oktar, wî bizava revê dikir.

Jêderekî ji polîsê Stenbolê tekez kir, ku operasyon li dijî alîgirên Oktar li Stenbolê û 3ê parêzgehên din yên Tirkiyê destpê kiriye û di operasyona Stenbolê de, kopter jî ji bo girtina wî hatin bikaranîn û di encamê de, Oktar û 79 alîgirên wî hatin girtin.

Oktar berî niha çend caran bi tometa encamdana tawanên sêksî û damezirandina rêxistinekê li dijî yasayê hatibû girtin.

K24
Top