• Thursday, 28 November 2024
logo

Xortê ku birayê xwe kuştibû hat desteserkirin

Xortê ku birayê xwe kuştibû hat desteserkirin
Polîsê Silêmaniyê ragihand ku îro tohmetbarek hat desteserkirin ku hefteyek berî niha birayê xwe yê mezin kuştibû.



Roja 02-07-2018an welatiyekî bi navê H.M.M. yê 30 salî li taxa Azadî ya li bajarê Silêmaniyê li mala xwe bi demançeyê hatibû kuştin.



Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê û tîmên lêkolînê gihiştin cihê bûyerê û xebatên xwe yên lêkolînê temam kirin û li ser sedema kuştinê zanyarî bi dest xistin.



Îro bi serperiştiya Rêveberê Polîsê Parêzgeha Silêmaniyê û Binkeya Polîsê Azadî tohmetbarê ku 28 salî ye û birayê xwe yê mezin kuştiye hat desteserkirin.



Polîsê Silêmaniyê ragihand ku tohmetbar birayê xwe kuştiye û piştre reviyaye û got: “Tawanbar li ber dadger tawana xwe îtiraf kir û li gor madeya 406 a yasaya cezadana Iraqê hat zindanîkirin.”
Top