Sedema mirina Leyla ya biçûk diyar bû
Li gundê Bazirganê yê navçeya Bazîd a Agiriyê, yekemîn roja Cejna Remezanê keçikekê 4 salî ya bi navê Leyla Aydemir winda bibû û ku duh du şemê (02.07.2018) ku piştî 18 rojan hatibû dîtin û mirina Leylayê li seranserê Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê dengvedaneke mezin bixwe re anî.
Parêzgarê Agirî Suleyman Elban bi daxuyaniyeke ragihand ku encamên otopsiya Leylayê derketine da zanîn ku ew tûşî ledan an destdirêjiya seksê nehatiye û ew ji birça miriye.
Derbarê birînên li ser laşê Leylayê de jî Elaban got ku ew şopên rojê ne, lê guman heye ku ew hatibe revandin.
Elban diyar kir ku derbarê vê bûyerê de lêkolîn û lêpirsîn berdewam e.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê revandin û kuştina zarokan dibe bûyereke berbelav. Li gorî nûçeyên medyayê di van çend rojan de 4 zarokên din jî wenda bûne, ku yek ji wan li Amedê û yê din jî li Sêrtê ye.
Bûyera Leylayê karvedaneke mezin bi xwe re anî. Di serî de siyasetmedar, hunermend û rewşenbîran, ji gelek aliyên civakê li hember kuştina zarokan nerazîbûneke mezin bilind dibe.
Rudaw