Li Hewlêrê kesek li ser ajotina otomobîlê hat kuştin
Polîsê Hewlêrê ragihand, şeva borî li taxa Kûranî Enkawe ya Hewlêrê li ser ajotina otomobîlê kesek hat kuştin.
Polîs da zanîn, rûdan bi vî rengî qewimiye dema kesekî berê otomobîla xwe daye otomobîleka din, di navbera şofêran de şer derketiye. Şofêrekî ji yê din re gotiye “te çima berê otomobîla xwe daye otomobîla min!” û bi demançê ew kuştiye!
Hat gotin ku kesê tohmetbar xwe teslîmî polîs kiriye.
Basnews