• Sunday, 25 August 2024
logo

Wezareta Rewşenbîrî fermana ragirtina kanala Mela Mezher derxist!

Wezareta Rewşenbîrî fermana ragirtina kanala Mela Mezher derxist!
Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a hikûmeta herêma Kurdistanê fermana daxistina kanala ‘’Sirûşt’’ a ser bi Mela Mezher derxist.

Li gor fermana rêveberiya giştî ya ragehandina wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi hejmara 783 ku îro 10.06.2018ê derketiye û nûsxayeke wê geheştiye BasNewsê, biryar hatiye dayîn ku kanala Mela Mezher Xorasanî bê daxistin.

Di fermanê de hatiye gotin: ‘’Ji ber ku kanala Sirûşt di bernameyek rojane ya olî de sivikî û heqaret bi jina kurd kiriye û jina kurd wek dînazor pênase kiriye û ev yek li dijî rêgezên rênmayiyên wezareta me ne, ji ber wê biryar hate dayîn ku kanala Sirûşt bi awayek demkî weşanên wê bên rawestandin û piştî ku heman kanal pêbend be û soz bide ku karên waha careke din dubare nabe wê demê dikare bê vekirin.

Ragirtina kanala Sirûşt her îro 10.06.2018ê tê bicîhanîn.

Basnews
Top