• Sunday, 25 August 2024
logo

ROJHILAT - 9 kesan ji ber kivarkên jehrî canê xwe jidest dan

ROJHILAT - 9 kesan ji ber kivarkên jehrî canê xwe jidest dan
Rêxistina Orjans a Îranî ragihand ku li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji ber xwarina kivarkên jehrî 9 kesan canê xwe ji dest daye



Ajansa Rêxistina Orjans a Îranî di raporekî de eşkere kir, ku hejmara wan kesên ku bi sedema kîvarkên jehrî canê xwe ji dest dane, gihîştiye 9 kesan.



Rêxistin eşker dike, ku bi giştî 721 kes ji ber kivarkan jehrî bûne û rewşa 190 kesan ne başe û li nexweşxaneyê dibin çavdêriya pizîşkî de ne.



Li gorî rapora Ajansa Orjansa Îranî, li Kirmaşanê 7 kesan, li Sine kesek û li Loristanê jî kesek mirine.



Di raporê de hate ragihandin, klu li Kirmaşanê 293 kes, li Sine 139, li Loristanê 154, li Ûrmiyê 72 û li parêzgeha Îlamê jî 40 kes jehrî bûne.



Rêveberiya Navenda Hewarçûna Bilez a Ûrmiyê ragihand, ku dije jehra wan kîvarkan tune ye.



Li gorî daxuyaniyên pizîşkan nîşanên destpêkê yên jehrîbûnê wek, zik êşî, zik çûn, ser êşî, xewa neasayî, ji hiş çûn û ne aramî ne.

rudaw
Top