• Thursday, 28 November 2024
logo

Germiyan..Welatiyekî dawî bi jiyana xwe anî

Gulan Media December 29, 2017 Civakî
Germiyan..Welatiyekî dawî bi jiyana xwe anî
Îro, danê sibehê li gundekî ser bi navçeya Germiyan ve welatiyekî xwe şewitand, malbata wî jî dibêjin rewşa wî ya derûnî xirab bû.

Berdevkê polîsên Germiyan Elî Cemal ji BasNewsê re ragehand ku, îro, Înê 29.12.2017 li gundê Şêx Lenger ser bi bajarokê Koleçû li Germiyan welatiyekî xwe şewitand û ew veguheztin nexweşxaneya şehîd hejar a wî bajarî.

Herwiha Berdevkê polîsên Germiyan Elî Cemal da zanîn ku, ew welatî ji dayîkbûyê sala 1963ê bû û binav ê(C.H.T) bû, li gor malbatê jî ew kesê xwe şewitandî kêendam bû û rewşa wî ya derûnî xirab bû, lewma agir bi laşê xwe xist.

Basnews
Top